Karapetê Xaço
Lê lê dayîkê heyranê de tu rabe
Xwe ke bi Xwedê ke roja şemîyê
Serê min bişo û xemla min li min ke
Bisk û temerîka min li ber enîka min de çêke
Hey lê lê............ hey delalê
Heval û hogirê me çune Mexrub û Şêxa
Tev alîka di gelîkî kur da
Keçik digot, lê lê dayik heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînê delalê malê
Bira beyê nava sing û berê min keçikê
Herke tê min dixwaze bila gelo bê, min bixwaze
Herke tê min direvîne bila bê, min birevîne
Herke min narevîne sibê dê min birê kin
Hey lê lê............. hey delalê
Ax feleka me xayîn e welle me dixapîne
Min re nayê hey domê