Author: Johny Bravo » Sat Jun 23, 2007 12:36 pm
Hişyar Berwarî-07/02/07-Kanada-Zimanê fermî yê Soranî xatir ji devoka Kurmanciyê xwest û berê xwe da Koreya malikxerab û ket nava leyistikên teknolojiya mobilên LG. Dema Serokekanî Wezîrekan Nêçîrvan Barzanî bi Soranî digot: „Eve hingaveka siyasî ye“ min got: „Welleh û billeh raste, siyasiya li dijî Kurmanciyê ye!“ Welhasil, dema Soranî birêket û berê xwe daye Koreyê, Kurmancî koor koor ji dûrva lê nêrî û bi halê xwe giriya.
Dibêjin dema Soraniyê xatir ji Kurmanciyê xwest û berê xwe daye parleman, dibistan, hikûmet û hemu dezgehên fermî yên Kurdistanê, ji keyfa dikir bifiriya û ji Kurmanciyê re digot: „Dile xwe nehêle malate, tu zani çend hunermend stranan bi Kurmancî dibêjin? Ma ew jibo te ne bes in? Tu li malê be û çavê xwe bide xêzanê, stran û heyranokan ji xwe re bêje heta êvarî ez ji dewam, kargeh, dezgeh, dibistan û Koreya malikşewitî vedigerim malê. Xwarinê ji me re hazir bike û em bi dileki xweş bi vî halî derbas dikin“.
Dibêjin, Zimanê Soranî li hemu dezgehên Kurdistanê bûye zimanê fermî û Kurmancî jî li devera Behdînan bûye „Zimanê fermî yê ser tenûr û kaniyên gund“. Soranî li ser zarokên Kurmancan û li dibistanan hatiye ferz kirin. Di encamê de 16.500 xwendevanên Kurmanc dawiya sala 2006an saqit bûn û di sinifên xwe de man ji ber ku Soranî fêhm ne dikirin.
Ey çavê serî be Kurmancî axêv, erê hûn li kudere ne?? Berê asîmîlasyon û întegra Erebî, Farisî û Turkî xilas nebu, niha asîmîlyasyon û întegra Soraniyê ji li wan zêde bû û xwelî bi serê Kurmanciyê werbû. Mala minê bi Kurmancên hejar ku hertim li çepikan dixin! Welhasil
Bye bye Kurmancî.. Tu bi xêr hatî Soranî!http://www.lotikxane.com/bye%20bye%20kurmanci.htm