Li Hemberî Karîkatura Hz. Muhemmed Nêrazîbûn Zêde Dibe.
Cîhana Îslamê Hember Danîmarkayê Bi Hêrs e.
04 Sibat, 2006
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan --Piþtî rojnameya Danîmarkî Iyllands-Posten karîkaturên ku li ser Hz. Muhhemed weþandibû li hemû Cîhanê bû sedema nerazîbûna ya Misilmanan.Di þîroveyên rayedar û pisporan de bi giþtî ramana “Divê bo rêz dîtina ji hemberî xwe divê tu jî nirx û taybetîyên hemberî xwe rêz bigrî” derdikeve pêþ.
Rojnameya Danîmarkî ya bi navê Iyllands-Posten çand roj berê ser Nebî Muhemmed hin karikatorê Hz.Muhemmed weþandibû.
Karîkaturên ser Hz.Muhemmed piþtre di rojnameyên France Soir(Frensa) û Die Welt(Elmanya) de jî hate weþandin.
Rojnameya Danîmarkî piþtî nerazîbûnan lêborînê ji Misilmanan xwest û perpirsê giþtî ya rojnameyê ji kar hat dûr xistin. Lê lêborîna Rojnameyê hêrsa Misilmanan kêm nekir.
Mehek berê jî di rojnameyekê Danîmarkî de karîkaturên bi vî rengî hatibû weþandin.
Rêvebirên Ewrûpî Rojnameyan Rexne Kirin,Rasmussen jî Nîvdevî Rexne Kir.
Rassmussen karîkatûran Þermezar kir.
Rayedarên Ewrûpî bi giþtî helwesta rojnameyan rexne kirin.
Serokê Karê Derve yê Brîtanya Jack Straw, çapemeniya Ewrupa got: "Pêwîste divê azadîya çapamenîyê hebe lê mafê tu kesî tune ku destdirêjiyê li nirx û bawerîyên kesên din bikin."
Serokê Karê Derve yê Frensa Plîlîppe Douste-Blazy jî heman þîroveyê kir.
Doute-Blazy got: "Ez karîkaturê rexne dikim lê xwepêþandêrên ku Alên Netewan þewitînin jî rexne dikim."
Serokwezîrê danîmarkayê Rasmussen jî karîkaturan rexne kir lê got “Ez ser navê Danîmarkayê lêborîn naxwazim ,baweriya min bi azadîya çapamenîyê re heye”.Her wiha li gor anketekê ji %80yê gelê Danîmarkayê dijî lêborîn xwestinê ne.
Sekreterê giþtîyê NY(Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan jî got”Ez jî tevlî fikra azad bûna çapamenîyê dibim lêdivê çapamenî jî rêz li bawerî û nirxan bigre.
Cîhana Îslamê Ser Pîye Ye.
Li hemberî vê bûyerê ji Cîhana Îslamî nerazîbûn û xwepeþandanan li dewletên Misliman destpê kir li Ewropa û welatên dinjî protestoyan zêdetir dibe.
Piþtî ku heman karîkaturê hin rojnameyên din yê Ewrûpî de jî hatibû weþandin nerazîbûna Misilmanan tundtir û dijwartir kir.
Di welatên wek Lubnan,Misir,Urdun,Lîbya,Endonêzya, Îran Pakîstan,Cezayîr, Melêzya,Sûrîye,S. Erebîstan,Iraq,Tirkiye û hemû Dewletên Ereban, piþtî nimêja îniyê gelek kes derketin kolanan û li dijî Danîmark nerazîbûnên xwe yên tund nîþan dan.
Mislimanên li Ewropa jî xwepêþandanên cûbercûr li dar xistin û malên Danîmarkî boykot kirin.
Li paytexta Endonezyayê Jakartayê grubekê avêt ser avayîya balyozxana danîmarkî.Grubê bi slogana " em ji cîhadê re amade ne" balyozxane dager kir û herweha jî talan kir.
Libya jî ragihand ku bo þermezar kirina vê bûyerê wê balyoxzabeya Danîmarkayê were girtin.Her wiha li gelek welatan malên danîmarkayê tên boykot kirin û ji ber wan boykotan gelek kompanyayên Danîmarkî di tengasîyê de ne.
Danîmarka jî hemberî wan bÛyeran DanîmarkÎyên ku li welatên wek Di welatên wek Lubnan,Misir,Urdun,Lîbya, Endonêzya, Pakîstan, Îran,Cezayîr,Melêzya,Sûrîye,S. Erebîstan û Iraqê de hiþyar kir ku bila bitedbîr bin.
“Divê Azadîya Çapamenî jî,Bawerî û Nirxan û Rûmetan Ol û Netewan jî werin Parastin”
Rojnameya Danîmarkî ji Misilmanan lêbrorîn Xwest.
Piþtî vê bûyerê bi daxûyanîyên rayedar,kes,pispor û dezgehan de ramana “Divê bo rêz dîtina ji hemberî xwe divê tu jî nirx û taybetîyên hemberî xwe rêz bigre.
Divê azadîya çapamenîyê neyê asteng kirin lê di hin mijaran hessas û bawerî,nirx û hin taybetîyan de divê çapamenî jî bi hestîyarî tevbigere û medya bi giþtî xwe kontrol bike û din hin warên girîng de xwe sînor bike”
Her wiha pispor dÎyar dikin ku bo tundtir nebûna vê meseleyê medya,rayedarên olî û sîyasî rola xwe bileyzin.
Ji HAWARDENGÛBAS.com hatiye veguheztin.
http://www.hawardengubas.com/
URL'ya nûçeyê
http://www.hawardengubas.com/CIHAN/2006 ... bun_04.htm












